Dû endam Kongirês daxwaz dikin harîkarî ya Pêşmerge zêde bibe.

Dû endam ên Kongirês a Emerîkayê daxwaz ji wezaret a derve ya welat ê xwe dikin keriste yên serbazî û meşq û rahînan ên pêdivî bo Pêşmerge y dabîn bike û harîkarî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê bike daku bikare pêdivî yên penaber û koçberan bicih bihîne û piştîvanî ya Pêşmerge jî bike daku bikare berdewam be li ser paraztin û berevanîkirin a netewe yên biçûk ku ji tirs a veçewsanê ji Îraq û Sûryayê direvin.

K24- Hewlêr:

Di ragehandinekê de ku ji sayt xwe belevkirîye, Îlyana Roz Lîtinin dibêje: Hêz a Pêşmerge, hêzek a bi bandore li dijî Daişê, lê çunku çek ê wê kevne û cibexane ya wê kême di rewşek a gunacayî nine.

Di pişkek a dî ya ragehandinê de, Îlyana Roz Lîtinin, gotîye: Divê wzaret a derve, ew a ji dest ên wê  dihê encam bide, daku pêdivî yên Hêz a Pêşmerge dabîn bike. Herweh got: Daxwaz ji Dewlet ê (Emerêka) dikim, bi leztirîn rê ku bihê kirin keriste yên serbazî û meşq û rahînan ên pêdivî bo Pêşmerge dabîn bike.

Evê endam a Kongirês a Emerîkayê daxwaz ji wezaret a drve ya welat ê xwe jî kirîye, harîkrî ya hikumet a Herêm a Kurdistanê bide daku pêdivî yên bi sedan hezar kesan ji netewe yên biçûk û penaber û koçberan dabîn bike ew ên ji tirs a stem û zor a Daişê direvin.

Ji alîyek a din ve, rageyandin a Birad  Şîrman, endam ê Kongirês a Emerîkayê li sayît a taybet bi Îlyana Roz Lîtinin hatîye belavkirin. Di wê ragehandinê de,Birad Şîrman gotîye: Rijêm a Beşar Esed û Daiş, rewşek a ne aram li deverê durist kirîne û pêdivî bi berngarîbûn a kara heye.

Birad Şîrman gotîye: Ji wê demê ve ku hêz ên Emerîkayê berdewame li ser çirrkirin a hewlan li dijî Daişê, hêz ên Pêşmerge li pêşî ya rûbirûbûnê ne û pêdivîye piştîvanîyê li hewl ên wan bike.

Birad Şîrman, got: Ji bo evê yekê em piştîvanî ya Pêşmerge dikin ku berdewam be û hewl ên xwe berfireh bike bo paraztin a netewe yên biçûk û ol ên biçûk ku bi eger a milmilanêyan revîyane. Ew jî got: daxwaz ê ji serok (Emerîkayê) dikin piştîvanî yên serbazî gelek zêdetir bike.