İHD :Li Tirkiyê binpêkirinên Mafên Mirovan 3ê qatan zêdetir bûye

Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê jî di raporê xwe de cîh dabû pêkhateyên li Bakûrê Kurdistanê û rexeneyên giran li Tirkiyê kirbû.

K24-Amed

Komeleya Mafê Mirovan İHD ya Diyarbekirê, raporekî li ser binpêkirinên Mafên Mirovan yên 3 mehên destpêka 2016-an de ragihand.

Di Raporê de hat ragiandin ku, ji ber şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan li gor 3 mehên sala (2015-an) borî  teqrîben 3 qat zêdetir buye û bang li dewlet û hikûmeta Tirkiyê hat kirin ku şer û operasyonan rawestîne û ji PKKê jî hat xwestin ku dev ji muxalfeta çekdarî berde û herdû alî jî vegerin proseya aştî û danûsitendinan.

Serokê İHDê yê Diyarbekirê Racî Bîlîcî, anî ziman ku, di 3 mehên 2016-an de, 279 kes ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê ve hatine kuştin, 91 kes jî birîndar bûne. Di 53 xwepêşandanan de destwerdanên tund hatine kirin û di encamê de jî 28 kes birîndar bûne. Bi ser hezar û pênc (1005) avahî û maklî de serde girtin hatiye kirin û 95 ji wan zarok 2 hezar û 274 kes hatine desteser kirin. 30 ji wan zarok 547 kes hatine girtin. Li 142 welatiyan li derve û di dema desterser kirinê de êşkence û muameleyên xirab hatine kirin.

Disa di şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê de, 97 leşker û polês hatine kuştin 236 jî birîndar bûne. 126 endamên rêxistina çekdarî (PKK) canê xwe ji dest dane, 3 jî birîndar bûne. 15 kesên sivîl hatine kuştin, 15 jî birîndar bûne.

Bîlîcî balkişand bîlançoya giran û dazanîn ku, ev encam pêdiviya prose û serdemeke aştiyê misoger dike û divê şerê li heremê bê rawestandin.

Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpayê jî di raporê xwe de cîh dabû pêkhateyên li Bakûrê Kurdistanê û rexeneyên giran li Tirkiyê kirbû.

Fly Erbil Advertisment