Li Bakur qedexeya derketina kolanan berdewam e
Li gorî pilana jinûve avakirin û sazkirina bajaran, Silopî wek "Herêma Pîlot" hatiye destnîşankirin .
K24-Navenda Nûçeyan
Li gelek bajarên Bakur qedexeya derketina kolanan berdewam e. Li Silopiya Şirnaxê digel qedexeya derketina kolanan niha jî avahiyên ji ber şer û pevçûnan zirar gihaştine wan têne hilweşandin.
Li bajêrê Silopî di 5ê Nîsanê de operasyon hatibûn destpêkirin û qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Li bajêr zirareke mezin gihaştiye avahiyan û li Taxa Başakê bi wesatên kar ew malên zirar gihaştinê têne xerakirin.
Xerakirina avahiyan îro, destê sibehê destpê dikir,
Li gorî pilana jinûve avakirin û sazkirina bajaran, Silopî wek "Herêma Pîlot" hatiye destnîşankirin .