Li Bakur qedexeya derketina kolanan berdewam e

Li gorî pilana jinûve avakirin û sazkirina bajaran, Silopî wek "Herêma Pîlot" hatiye destnîşankirin .

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li gelek bajarên Bakur qedexeya derketina kolanan berdewam e. Li Silopiya Şirnaxê digel qedexeya derketina kolanan niha jî avahiyên ji ber şer û pevçûnan zirar gihaştine wan têne hilweşandin.

Li bajêrê Silopî di 5ê Nîsanê de operasyon hatibûn destpêkirin û qedexeya derketina kolanan hatibû ragihandin. Li bajêr zirareke mezin gihaştiye avahiyan û  li Taxa Başakê bi wesatên kar ew malên zirar gihaştinê têne xerakirin.

Xerakirina avahiyan îro, destê sibehê destpê dikir,

Li gorî pilana jinûve avakirin û sazkirina bajaran, Silopî  wek "Herêma Pîlot" hatiye destnîşankirin .