Karkamişê wekî herêmeke ewlekariyê hate ragihandin

Çemê Firatê ya li navçeya Karkamişê di nav bera PYDê û DAÎŞê de sînor e û di axaftinên xwe de Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê gelek caran diyar kirine ku, nabe PYDê derbasî rojavayê Firatê bibe.

K24-Navenda nûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Karkamişê careke din heta 15 rojan wekî herêma ewlekariyê ya taybet hate ragihandin.

Parêzgeriya Dîlokê da zanîn ku, ji bo ewlekariya mal û canê welatiyan û sînora Sûriyê li hemberî metirsî û gefan ji 15 Nîsanê heta 29ê Nîsanê Herêma Giravê ya li ser Çemê Firatê ye wekî herêma  ewlekariyê ya taybet hatiye ragihandin.

Ji ber vê yekê hatûçoya wê deverê dê di bin kontrola hêzên ewlekariyê de be.

Çemê Firatê ya li navçeya Karkamişê di nav bera PYDê û DAÎŞê de sînor e û di axaftinên xwe de Serokomar û Serokwezîrê Tirkiyeyê gelek caran diyar kirine ku, nabe PYDê derbasî rojavayê Firatê bibe.

Di vê çarçoveyê de heta niha Parêzgeriya Dîlokê 9 caran ragihandiye ku, ew dever herêma ewlekariyê ya taybet e.