Serokê İHDê serdana Bakurê Kurdistanê kir
Li navçeya Geverê ji 13ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û pevçûnên tund rûdidin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Giştî yên Komaleya Mafê Mirovan Ozturk Turkdogan serdana bakurê Kurdistanê bajarê Colemêrgê kir.
Turkdogan derbarê operasyon û qedexeyên derketina derva ya li navçeya Geverê de bi Parêzgera Colemêrgê Yakup Canbolat re civiya.
Piştî hevdîtinê Turkdogan ragihand ko li gor dazanîna parêzger ji sedî 90ê operasyonan bidawî bûne. Lêbelê operasyon bidawî werin jî ji ber sedemên ewlekariyê wekî navçeya Cizîr û Sûrê heta demek din jî dê qedexeya derketina derva berdewam be. Herwiha Turkdogan diyar kir ko wî xwestiye ligel şandeya xwe biçe navçeya lê parêzger destûr nedaye.