Parlamenterên CHPê li ser rakirina parêzbendiyê nakokin

Li gor peyamnêrê K24ê, heta niha 8 parlementerên CHPê eşkere dikin ku, ew li dijî rakirina parêzbendiyan in.

K24-Enqerê

Peyamnêrê K24ê ragehand ku, Li Parlementoya Tirkiyê rakirina parêzbendiyan nav parlmenterên CHPê de bû sedema derketina nakokiyan û tê gotin piraniya parlementerên CHP piştgirî nadin.

Berî niha Serokê CHPê diyar kiribû ku, ew ê derbarê rakirina parêzbendiyan de piştevan bin. Lêbelê Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikulu ji hesaba xwe ya twîtirê ragihand ku, ew rê nadin dîmênên sala 1994ê ji nûve derkeve holê û bi awayeke eşkere li dijî daxuyaniya Kiliçdaroglu derket.

Li gor peyamnêrê K24ê,  heta niha 8 parlementerên CHPê eşkere dikin ku, ew li dijî rakirina parêzbendiyan in.

Li parlementoya Tirkiyê ji bu, rakirina parêzbendiyana bêreferandrum pêwîstî ji 367 dengan re hene. Ger CHP piştgirî neke AKPartî û MHP nikarin parêzbendiyan rakin.