Li Tirkiyê banê girtîgehekê hilweşiya:8 kes birîndar bûn
Girtîgeha Gûmûşhacikoyê sala par hatibû çêkirin û têde 750 girtî hene.
K24-Navenda nûçeyan
Li gor peyamnêrê K24ê, li bajarê Amasyayê yêTirkiyê banê girtîgehekê li ser zindaniyan rûxiya û 81 kes birîndar bûn.
Li bajarê Amasyayê navçeya Gûmûşhacikoyê ji ber baya dijwar banê girtîgehê li ser zindaniyan hilweşiya û hat ragihandin di despêkê de 20 kes birîndar bûbûn. Piştî Parêzger Îbrahîm Halîl Çomaktekîn çû cihê bûyerê û lêkolînan kir.
Çomaktekîn da zanîn ko hejmara birîndaran gihiştiye 81an û ji wan rewşa 10 kesan jî giran e.
Girtîgeha Gûmûşhacikoyê sala par hatibû çêkirin û têde 750 girtî hene.