Li Şirnex û Mêrdîn leşker û polîs hatin kuştin
Di encama teqîna wê bombeyê de, 4 leşker hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn.
K24-Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarên Şirnex û Mêrdînê li gor peyamnêrê K24ê, 4 leşker û polîsek hatin kuştin.
Li bajarê Mêrdînê Navçeya Savurê bombeya ku, li ser rê ji berê ve hatibû danîn, dema otombîla zirxpoş a hêzên ewlekariyê derbas dibû ji dûr ve hate teqandin.
Di encama teqîna wê bombeyê de, 4 leşker hatin kuştin û 3 din jî birîndar bûn. Leşker li Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatin rakirin û hêzên ewlekariyê operasyone berfireh dan destpêkirin.
Ji alîkiyeke din ve û li bajarê Şirnexê jî bombeya kû, li malekî de hatibû bicihkirin dema operasyona polîsan de teqiya û polîsek canê xwe ji dest da 7 polîs jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyê peyamnêrê K24ê, operasyon heta niha berdewam e.