Naveroka civîna Davutoglu û Hesen Ruhanî

Herwiha Ruhanî ji Davutoglu re diyar kiriye ku, rêxistinên wekî PKK û DAÎŞ dijminê hevpar ên Îran û Tirkiyê ne.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu û Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî civîyan.

Li gor ajansa Doganê ya ser bi Tirkiyê ve,  Civîn heta 2 seetan berdewam kir û derbarê pêwendiyên her du dewletan û bûyerên li Rojhilata Navîn hatin axaftin.

Li gor Ajansa Nûçeyan a Doganê Ruhanî diyar kiriye ku, serdana Davutoglu ya dawî derbarê pêşketina pêwendiyên her du dewletan de bûye pêngaveke giring û dê bi taybetî piştî rakirina ambargoya li ser Îranê dê hevkariya aborî a di navebera her du dewletan de xurtir bibe.

Li ser çareserkirina qeyrana Sûriyê jî, her du dewlet xwedî helwestên hevparin ko Sûriye perçe nebe. Herwiha Ruhanî ji Davutoglu re diyar kiriye ku, rêxistinên wekî  PKK û DAÎŞ dijminê hevpar ên Îran û Tirkiyê ne.