Tirkiyê ji biryarên parlamentoya Ewropayê ne raziye
CHPê jî da zanîn ku, yê ku, Tirkiye xistîn nav vê rewşê desthilata siyasî ya AKPê ye.
K24-Enqerê
Piştî wan raportên sebaret bi pêşelkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê ku ji aliyê parlamentoya Ewropayê ve hatin pesend kirinê li Parlamentoya Tirkiyê li beramberî van biryaran nerazîbûneke zêde hat pêşandan û parlamenteran diyar kir ku, cihê van raportan sergo ye û opozîsyonê jî ji ber van raportan rexne li hikûmetê girt. Di raportan de amaje bi wê yekê hatibû kirin ku, desthilata AKPê li ser dadgehan û çapemeniyê û civakê zext û zorê dike û mafên mirovan binpê dike.
Piştî ku, Raporta Pêşveçûnê ya Tirkiyê ya 2015an li Parlamentoya Ewropayê hate pesend kirin û Raporta Mafên Mirovan a Tirkiyê ya 2015an ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyîyê Emrîkayê ve hate aşkere kirin, li parlamentoya Tirkiyê nîqaşeke germ û gurr dest pê kir.
Di her du raportan de jî tê gotin ku, li Tirkiyê zerer gihîştiye demokrasî û huqûqê û sînordarkirinên azadiya raman û çapemeniyê jî gihîştine asteke bilind.
Girtina akademîsyenan,tundiya li ser jinan, pêwîstiya têkoşana li beramber gendeliyê, rêkeftina li ser penaberan û kêşeya Qibrisê jî di raportan de cih girtiye.
Herwiha di raportan de amaje bi wê yekê hatiye kirin ku, di operasyonên li bakurê Kurdistanê de mafên mirovan tên binpêkirin û pêwîst e PKKê dest ji çekan berde û daxwazên xwe bi rêyên aştiyane û yaseyî bîne ziman. Li parlamentoya Tirkiyê hat îdîa kirin ku, ev raport bi awayekî pêşdarazane hatine nivîsan din. CHPê jî da xuyakirin ku, yê Tirkiye xistîn nav vê rewşê desthilata siyasî ya AKPê ye.
Derbarê vê mijarê Parlamenterê CHPê yê Enqere Bülent Kuşoglu ji K24ê re wiha got:"Bi taybetî di van salên dawî de ji ber sedemên siyasî zextên zêde hene li ser civakê û dadgehan û çapemeniyê. Em bi vê dizanin û dibînin. Em bi zelalî dibînin ku, ev yek li parlamentoyê çawa tê pêkanîn. Ev zext ji aliyê Yekîtiya Ewropayê û Parlamentoya Ewropayê û welatên dî yên demokratîk ve jî tên şopandin. Desthilata AKPê gavekê zûtir divê dest ji van polîtîkayên xwe berde."
MHPê jî ragihand ku, ew îdîayên di raportan de cih digrin, saziş û tawîzên ku, AKPê dane. MHPê herwiha aşkere kir ku, ew xalbendên sebaret bi Qibris û PKKê tu carîna yên qebûlkirin ku, di raporta pêşveçûnê ya Yekîtiya Ewropayê de cih digrin. Derbarê vê yekê CêgirêSerokê Koma MHPê Oktay Vural wiha ji K24ê re axifî:"Ya rast, ne ji ber tiştên em dijîn di wan raportan de cih girtiye lê ji ber ku, em jiyane giring in. Helbet em dê kalîteya demokrasiya xwe, serxwebûn û bê alîbûna dadgehên xwe û azadiya çapemeniya xwe bi hev re bi parêzin. Ev kêşe ya rast ne kêşeyaYekîtiya Ewropayê û Emrîkayê ye. Ev kêşeya gelê me ye. Vegerandina çi, divê em vê raportê bavêjin ser sergoyê."
Ahmet Berat Conkar Parlamenterê AKPê û Hevserokê Lijneya Parlamentoya Têkel a Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê jî li ser van raportan daxuyaniyeke nivîskî da çapemeniyê û tê diyar kir ku, Parlamentoya Ewropayê helwesteke wiha girtiye ber xwe ku, astengkirina gotûbêjên beşdarbûna Tirkiyeyê wek erka xwe dizane. Herwiha di daxuyaniyê de Parlamentoya Ewropayê bi wê yekê tê gunehbar kirin ku, êdî ne cihê baweriyê ye û wek berdevkê rêxistinên marjînal tev digere.