Ji ber kuştina Sakîne Cansiz MITê ya Tirkiyê lêpirsînê dike
Dezgeya Saloxgeriya Netewe (MIT) ya Tirkiyê dabû xuyakirin, derbarê mijarê de di nav xwe de dest bi lêkolînê kirine.
K24-Navenda Nûçeyan
Di heqê endamê MITê Haluk Ozcan de ku, tê îdîkirin fermana kuştina Sakîne Cansiz û 2 endamên PKKê daye, lêpirsîn hat vekirin.
Li Tirkiyê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, bi tometa ku, fermana kuştina welatiyekî Tirkiyê daye û endamê Cemaeta Fethulah Gulen e, di heqê Haluk Ozcan de lêpirsîn vekir.
Di 9ê Çileya 2013an de, li Parîsê, damezrînera PKKê Sakîne Cansiz, Nûnera Parîsê ya Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) Fîdan Doxan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ji hêla Omer Guney ve hatibûn kuştin.
Piştre derketibû holê ku, pêwendiyên Guney bi MITa Tirkiyê re heye û hatibû îdîakirin ku, fermana kuştinê ji endamê MITê Haluk Ozcan girtiye.
Dezgeya Saloxgeriya Netewe (MIT) ya Tirkiyê dabû xuyakirin, derbarê mijarê de di nav xwe de dest bi lêkolînê kirine.