Con Kêrbî: Em li dûv çareyekê digerîn bo harîkarîkirin a Herêm a Kurdistanê

K24- Hewlêr:

Con Kêrbî, ragehand ku Emerîka haydar ê wê tengijeyê ye ku hevrûşî Herêm a Kurdistanêp bûye û li dûv çareyekê digere bo harîkarîkirin a Herêm a Kurdistan a Îraqê.

Con Kêrbî, gotebêj ê wezaret a derve ya Emerîka yê di kongireyek a rojnamevanî de, ragehand ku  berî çend hefteyan , Con Kêrî, wezîr ê derve ya a Emerîkayê, li Îraqê bû û li gel şand a Herêm a Kurdistanê li Bexdayê kom bûye li ser harîkarîkirin a Kurdistanê û hêz a Pêşmerge.

Li ser evê yekê Con Kêrbî, got: Em haydar ê ewan tengije ya  darayî ku neku bi tenê hevrûşî Herêm a Kurdistanê bûye lê hevrûşî hemû Îraqê bûye û em dê berdewam bibin li geryanê bi dûv  vedîtin a rêyekê bo harîkarîkirin a wan.

Nêzîkî hefteyekê ye  şandek a hikumet a Herêm a kurdistanê li Emerîkaye, bi armanc a kombûnê li gel berpirs ên Emerîkayê û agahdarkirin a wan li rewş a Herêm a Kurdistanê û Hêz a Pêşmerge.