Hevseroke DBP yê Amedê Elî Şîmşek Hat Girtin
Li 14ê Nîsanê polîsan bi ser avahiyên DBPê yên bajêr û navçeya Kayapinarê de girtibun û 11 saetan lêgerîn kiribun
K24- navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Herêman ya Demokratîk(DBP) Elî Şîmşek bi tohmeta 'endamê rêxistinê' ji aliyê dadgeha Diyarbekirê ve hat girtin.
Li 14ê Nîsanê polîsan bi ser avahiyên DBPê yên bajêr û navçeya Kayapinarê de girtibun û 11 saetan lêgerîn kiribun. Siyasetmedar û xebatkarên partiyê jî di nav de 14 kes hatibun zindankirin.
Elî Şîmşek jî 3 rojan desteserkirî ma û duh, di saetên danê êvarê de ji aliyê dadgeha nobedar ya Amedê ve hat girtin û şandin zindanê.