Yekgirtû perlemantarekê xwe dûrxist

Mekteb a sîyasî Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê ragehand: Bi eger a pabend nebûn a Adil Nûrî, perlemantar ê Îraqê ji firaksyûn a Yegirtû, bi sîyaset a partî ya wan li Bexdayê, Yekgirtûyê biryar da wî ji firaksyûn a xwe bi dûr bixe.

K24- Hewlêr:

Mekteb a sîyasî Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê ragehand: Bi eger a pabend nebûn a Adil Nûrî, perlemantar ê Îraqê ji firaksyûn a Yegirtû, bi sîyaset a partî ya wan li Bexdayê, Yekgirtûyê biryar da wî ji  firaksyûn a xwe bi dûr bixe.

Di ragehandinekê de Yekgirtû ya Îslamî li ser bi dûrxitin a Adil Nûrî ji firaksyûn a xwe li Perleman a Bexdayê, amaje bi wê yekê dike ku ji çarçove ya wan pêşhat ên sîyasî yên li Bexdayê rû didin û mangirtin a hijmarek a perlemantaran, ku xûşbextane alî yên Kurdî bi yek helwêst reftarê li gel dikin, piştî ku çend caran Adil Nûrî hatîye agahdarkirin  kû xwe vekişîne ji rêz a perlemantar ên mangirtî û veger di nav firaksyûn ên Kurdistanî û hevdem pabend be bi sîyaset a Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê. Lê cihê daxê ye wî hîç pabenbûnek peyrew nekir, lew me biryar da wî bi dûr bixin ji firaksyûn a Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê.

Mekteb a Sîyasî ya ykgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê, Herweha Ragehand: di bare ya veman a wî  di rêz ên Yekgirtû ya Îslamî ya Kurdistanê jî, paş li ser evê yekê jî serkirdatî dê biryarê bide.

Ev di demekê de ye, hijmarek a perlemantar ên Kurd di perleman a Îraqê de, çûne di nav rêz a perlemantar ên mangirtî, alî yên sîyasî yên Kurdistanî jî nerîn a wan ewe ku ew a li Bexdayê rû dide, arîşeke di navber a Şîeyan de ye li ser desthilatê û nabe Kurd xwe bixe nave van cor ên  arîşeyan. Roj a 16yê evê mehê jî Bizav a Gorran ragehand ku Tavge Ehmed perlemantar ê Firaksyûn a wan li Bexdayê, bi eger a derçûnê ji Kora (Îcmai) ya Kurd hat dûrxistin.