Emerîkayê fişar nekirîye, supasî ya Kurd kirîye.

Serok a firksyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê di perleman a Îraqê de, ragehand, Emerîka, hîç fişar li Kurd nekirîye, belku supasî ya rol a Kurd kirîye, amaje bo wê yekê jî kir, ku egera kombûn a dahatî vegerandin a şerîyetê be bo perlemanê, firksûn ên Kurdî dê pişikdar bibin.

K24- Hewlêr:

Serok a firksyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê di perleman a Îraqê de, ragehand, Emerîka, hîç fişar li Kurd nekirîye, belku supasî ya rol a Kurd kirîye, amaje bo wê yekê jî kir, ku egera kombûn a dahatî vegerandin a şerîyetê be bo perlemanê, firksûn ên Kurdî dê pişikdar bibin.

Di hevpeyvînek a taybet bi Kurdistan24, Ala Talebanî, Serok a firksyûn a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistan(YNK)yê di perleman a Îraqê de, li ser arîşe yên nav perleman a Îraqê  û perlemantar ên mangirtî, ragehand: Ew alî yên ku xwepîşandanan dikin û daxwaz a guhertinê dikin bi henmû şêweyekê ji binema yên destûrî û yasayî varîbûne û ladane, Em di welatekê de ne system a sîyasî perlemanî ye. Nabe ew damezrayî ya yasayî bihê ji karxistin, ev mezintirîn ji karxistine bo hemû pirose ya sîyasî li Îraqê û metirsîyek a mezine jî, lew niha serok komar hewl dide şerîyetê bo perlemanê bivegerîne.

Li ser pişikdarîkirin a firaksyûn ên Kurdî, di kombûn a dahatî ya perleman a Îraqê, eger bihê encamdan. Ala Talebanê gor: Eger kombûn a dahatî li gor binema yên destûrî û yasayî û  peyrew a hindûrî be ,  wê demê Kurd dê pişikdar bibe.  Bi vajî ya evê yekê, Em wek Kurd pişikdar nabîn û em her yek deng û yek helwêstîn.

Li ser fişar a Emerîkayê bo ser Kurd û alî yên din yên Îraqê, Ala talebanê Got: di roj ên bûrî de min kombûn hebû li gel kunsil ê Emerîkayê, li Bexda, ewan gelek supasî ya helwêst a Kurd kirin û bi nerîn a wan Kurd baştirîn rol gêraye di vê rewş a ku niha li Îraqê heye, ew ser sûrrmayî ne bi Kurd û şanazîyê bi Kurd dikin û hîç fişar nexistîne ser me. Çunku me bi tenê wek alî ya Kurd her ji destpêkê de bi asker a ra û nerîn a xwe gotîye, ku em li gel hîç alîyan nine, herweha firksyûn ên Kurd ji hemû firksyûn ên din hevgirtîtirin û hevhelwêstin û em nerîna xwe jî naguherîn û ev nerîn a serkirdatî ya me ye li Kurdisatnê.

Ala Talebanî rahgehand jî: Raste em perlemantarîn û bi deng ê xelkê hatîne, lê di heman dem de jî partîyê em destnîşan kirîne ku li wire bîn. Bêguman serkirdatî ya Kurd biryar bide ji perlemanê xwe vekişînin, em dê xwe vekişnîn.