Yekêtî ya Ewrûpayê li ser rêkkevtin a xwe li gel Turkîyayê dê kom bibin

Wezîr ên derve yên welat ên Yekêtî ya Ewrûpayê li Loksmborgê dê kom bibin, taybet bi pêşkeşkirin a raport a Yekêtî ya Ewrûpayê li ser yekem meh a rêkkevtin a di navber a evê Yekêtîyê û Turkîyayê bo çareserkirin a tengije ya penaberan li Ewrûpayê.

K24- Hewlêr:

Li gor zanuyarîyan, kombûn a evro Dûşembîyê ya wezîr ên Yekêtî ya Ewrûpayê ji bilî behskirin a rêkkevtin a Yekêtî ya Ewrûpayê û Turkîyayê , behs a çawanî ya reftarkirinê dikin li gel wan penaberan di nav kemp ên Ewrûpayê akincîne û herweh abehsa stratîcîyet  a Yekêtî ya Ewrûpayê dikin bo berngarîbûn a rêkxistî ya Daişê li Îraq û Suryayê û harîkarîkirin a Ewrûpayê bo hêz ên zemînî yên şerr ê Daişê dikin di van dû welatan de.

Meh a bûrî Yekêtî ya Ewrûpayê li gel Turkîya rêkkevtinek wajûkirin, li gor wê rêkkevtin a di navber a herdû alîyan de, hemû penaxwaz ên neyasyî ku ji Turkîya û Yunanê re çune Ewrûpayê, dihên vegerandin bo Turkîyayê.