Wezîr ê Derve yê Îtalîya: Carek a dî li Derya ya Navîn hevrûşî karesatê dibîn

Wezîr ê derve yê Îtalîya tekez kir li ser raport a can jidestdan a hijmarek a mezin a koçberan di ava Derya ya Navîn de li kenar ên Misrê.

K24- Hewlêr:

Wezîr ê derve yê Îtalîya tekez kir li ser raport a can jidestdan a hijmarek a mezin a koçberan di ava Derya ya Navîn de li kenar ên Misrê.

Pawlo Cîntîlonî, wezîr ê derve yê Îtalîya got ku li benda hûrkarî yên zêdetire li ser ewê babetê.

Ajans a nûçe yên Royeterz ê belav kirîye, wezîr ê derve yê Îtalîya bi rojnamevanan re got:Rêk piştî salekê ji karesat a  ku li av ên Lîbîyayê rûday, em di derya ya Navîn de hevrûşî karesatek din dibîn.

Li Nîsan a 2015, li kenar ên Lîbîyayê bi sedan koçeber can ên xwe ji dest dan.

Wezîr ê derve yê Îtalî ya got jî: Ev egerek a dî ya bi hêze daku Ewrûpayê pabend bike derî û sinûr ên xwe negire.

Duhî BBC belav kir: li gro raport ên ji Misrê geihiştîn, zêdetir ji 400 koçber ku piranî ya wan Somalîne, di dem a hewldanê bo gehiştin a Ewrûpayê di derya ya navîn de nuqm û nigro bûn û can ên xwe ji dest dane.