Li Nisêbîn şer û pevçûn berdewam in

Di şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê de. tê îddiakirin 24 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane. HPG jî dibêje ti agahiya wan li ser vê mijarê nîne.

K24 – Diyarbekir

Di şer û pevçûnên li Bakurê Kurdistanê navçeya Nisêbînê de. tê îddiakirin 24 gerîlayên PKKyê  canê xwe ji dest dane. HPG jî dibêje ti agahiya wan li ser vê mijarê nîne.

Li gor zanyariyên gihiştine peyamnêrê K24ê yê Diyarbekirê, li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê duh şev li hemberî gerîlayên PKKyê operasyonek pêk hatiye û di encamê de 24 gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.

Di vê derbarê de Berdevkê Hêzên Parastina Gel (HPG) Bextiyar Dogan ji K24ê ragihand ku, ti agahiya wan li ser vê mijarê nîne. Dogan got jî, di demên pêş de ew dikarin daxuyaniyek zelaltir bidin.