DAIŞ bajarê Kilisê armanc kir 2 kes hatin kuştin
DAIŞê 5 rokêt ber bi bajarê Kilisê ya Bakurê Kurdistanê avêtin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
K24 – Navenda Nûçeyan
DAIŞê 5 rokêt ber bi bajarê Kilisê ya Bakurê Kurdistanê avêtin, di encamê de 2 kes hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.
Çavkaniyên ewlehiyê yê Tirkiyê ragihandin ku, DAIŞê ji aliyê Sûriyê ve, bajarê Kilisê bi 5 rokêtan armanc kir, di encamê de 2 kesan canê xwe jidest da û kesekî din jî birîndar bû.
Biryar bû Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel roja şemiya bê serdana wê navçeyê bike, lê ji ber rewşa ne aram ya wê deverê, Merkel dê serdana xwe bo Dîlokê biguhêre.
Hefteya borî, DAIŞê bi dirêjehiya 3 rojan kilis bi rokîtan armanc kir, ku di encamê de, bêhtir ji 20 kesan birîndar bûn.