Barzanî: Li Kurdistanê ti pirsgirêkên olî û netewî tune ne

Şandek ji Senator û Parlementerên Fransa û Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdêtina ligel wê şandê de tekezî li ser pêkvejiyana di nava pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/aa315385-db20-4277-9de2-c755e7a90998/saroki%20harem%20w%20shandi%20perlamani%20fransa.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandek ji Senator û Parlementerên Fransa û Ewropayê serdana Herêma Kurdistanê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdêtina ligel wê şandê de tekezî li ser pêkvejiyana di nava pêkhateyên Herêma Kurdistanê kir.

Li gor malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê ku, di wê hevdîtinê de Barzanî spasiya Serok û hikûmeta Fransa û welatên dostên gelê Kurd kir, ku di rojên teng de piştevanê gelê Kurdistanê û hêza Pêşmerge bûn. Barzanî ji wê şandê re tekez kir ku, di nava gelê Kurdistanê ti pirsgirêkên olî, taifî û netewî tune ye.

Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê û krîza darayî de, Barzanî amaje kir, ku ji ber şerê li dijî DAIŞê û daketina buhaya petrolê û hatina hejmareke zêde ji penaberan Herêma Kurdistanê rastî krîzeke darayî hatiye, di hemberê de jî hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî wek pêwîst alîkariya HerêmaKurdistanê nekirine.

Ji aliyekî din ve, Berpirsê Protokolî yê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Saman Cemîl ji K24ê re ragihand û got: “Armanca me ew e, ku bi zîtirîn dem de ew xûşk û birayên Xiristiyanî karibin cihên xwe aram û baştir bikin. Ji ber ku koçberiya Xirirstiyan zêde bûye.”

Serok Barzanî behsa dîroka gelê Kurdistanê ligel Iraqê kir, ku di encama binpêkirina hevapriyê  tûşî xelkê Kurdistanê hatiye.

Di derbarê operasyona azadkirina Musil de jî Barzanî ragihand ku, pêwîst e berî azadkirina Mûsil rêkkeftina siyasî li ser birêvebirina Mûsil li qonaxa piştî azadkirina li navbera aliyan û pêkhatan da hebe.