Ahmet Davutoglu:Mafê kesekî nîne derbarê Tirkiyê biryara bidin
Duh, Vîladîmîr Putîn û Obama bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîbûn, di wê hevdîtinê de ji bu parastina agirbestê, Putîn pêşnîyara girtina sînorê Tirkiyê anîbû zimên.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ragehand mafê kesekî nîne derbarê Tirkiyê biryara bidin
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu nerazîbûna xwe li derbarê daxuyaniyên Serokê Rûsyayê Vîladîmîr Putîn û yê Serokê Amerîkayê Barack Obama nîşan da, da zanîn ku, biryara dawî ya mijara sînorên Tirkiyê û Sûriyê biryara ew didin.
Davutoglu got ji bu, wan ti wateya hevdîtina Obama û Putîn ên derbarê Tirkiyê de nîne. Ew nikarin hesab ji Tirkiyê bipirsin. Mafên wan nîne derbarê Tirkiyê de biryar bidin. Sînorên Tirkiyê tenê wan eleqedar dike. Sînora Tirkiyê û Sûriyê ji bo penaberan her tim vekiriye.
Duh, Vîladîmîr Putîn û Obama bi rêya telefonê hevdîtinek pêk anîbûn, di wê hevdîtinê de ji bu parastina agirbestê, Putîn pêşnîyara girtina sînorê Tirkiyê anîbû zimên.