Rûsya daxwaz dike Emerîka fişarê bixe ser Turîyayê

Wezîr ê derve yê Rûsyayê daxwaz dike Emerîka fişar ê bixe ser Turkîyayê daku Enqere bi hay bihê, çi yê din rê negire ji pişikdarî ya Kurd di danûstandin ên Cinêvê.

K24- Hewlêr:

Wezîr ê derve yê Rûsyayê daxwaz dike Emerîka fişar ê bixe ser Turkîyayê daku Enqere  bi hay bihê, çi yê din rê negire ji pişikdarî ya Kurd di danûstandin ên Cinêvê.

Di kongireyek a rojnamevanî de li Mosko, Sêrgî Lavrov, wezîr ê derve yê Rûsyayê ragehand: Pêdivîye rêvebrî ya Obama, fişar ê bixe ser berpirs ên Turkîyayê, dakû çi yê din rêgirîyê ne ji piçikdarîkirin a şand a Partî ya Yekêtî Dîmukrat(PYD) di kombûn ên Cinêvê de.

Lavrov got jî: Emerîka bandorek a weha nîye li ser girûp ên çekdar ên opizisûnê, bo kontirolkirin û rçzgirtinê li agirbestê.

Wezîr ê derve ya Rûsyayê got: Herçende Emerîkayê gelek caran soz daye me ku ew girûp ên çekdar, pêşlkarî ya agirbest a Sûryayê nekin, lê ew a hatîye gotin ew nebû.

Ev di demekê de ye opizisyûn a Sûryayyê ji duhî ve, kombûn ên xwe yên Cinêvê hilawîstîye ûragehand ku rijêm a Sûryayê bi berdewamî agirbestê pêşl dike û ji dem a ragehandin a agirbestê ve hîç pêngavek a baş nehatîye havêjtin. Stîvan Dîmistora, Hinartî yê Netewe yên Hevgirtî bo Suryayê ragehandîye ku şandê opizisyûnê li Cinêvê dê vemînin û hewl dide kombûn carek a din dest pê bike.