Ehemd Dawidoglo Hoşûdarîyê dide Yekêtî ya Ewrûpayê.

Serok wezîr ê Turkîyayê, Ehemd Dawidoglo hoşdarîyê dide Yekêtî ya Ewrûpayê ku eger rîzê li rêkkevtin a di navebra wan de negirin û soz ên xwe bi cih nehînin, Enqer çi yê din raçav a ewê rêkkevtinê nake.

K24- hewlêr:

Serok wezîr ê Turkîyayê, Ehemd Dawidoglo hoşdarîyê dide Yekêtî ya Ewrûpayê ku eger rîzê li rêkkevtin a di navebra wan de negirin û soz ên xwe bi cih nehînin, Enqer çi yê din raçav a ewê rêkkevtinê nake.

Ehmed Dawidoglo, serok wezîr ên Turkyayê di hotarekê de, ragehand, dem a Turkyayê ev rêkkevtin li gel Yekêtî ya Ewrûpayê wajû kirî, bi berem a çareserkirin a tengije ya penaberan û wergirtin a penaber ên ne yasayî ji alîyê Turkyayê ve, Ewrûapyê soz daye wan ku heya meh a Xizeyranê Vîze ya Şingin bi rûyê hevwelatî yên Turkyayê bihê vekirin, lê heya niha ewê yekêtîyê ew soz negahandîye serî.

Herwha Yekêtî ya Ewrûpayê soz bi Ehmed Dawidoglo daye ku pirose ya bi endambûn a Turkîyayê di Yekêtî ya Ewrûpayê de bi leztir bike, lê serok wezîr ê Turkîyayê, welat ên Ewrûpayê bi wê tawanbar dike ku ji soz ên xwe poşman bûne.

Herweha Daidoglo dibêje: Turkîyayê erk ên xwe encamp daye û niha sire ya Yekêtî ya Ewrûpayê ye, ewî karî bike û eger nekin jî Turkîya çi yê din xal ên rêkevtinê bi cih nahîne.

Meh a bûrî, Yekêtî ya Ewrûpayê li gel Turkîyayê rêkkevtinek wajû kir, li gor wwê rêkkevtin a di anvebr a Herdû alîyan de , hemû penxwaz ên neyasayî yên ku ji Turkyayê û Yûnanê îûne Ewrûpayê, dê bihên vegerandin bo Turkyayê, li hember ev yekê jî Yekêtî ya Ewrûpayê zêdetir ji 3 milyar dolaran da Turkya herweha soz da ku Vîze ya Şingin bi rûyê hevwelatî yên Turkîyayî vekin.