"Me xwe ji Cenêvê ne vekşandiye me civîn li paşxistine"
Duh, şanda opozîsyona Sûriyê ji ber binpêkirina agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê û berdewamiya wê ji kuştina sivîlan re, civînên xwe li Cenêvê li paşxistin.
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê Desteya Bilind ya Opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê Salim El-Mislid ragehand ku, wan xwe ji civînên Cenêvê ne vekşandine tenê wan ew civîn lipaşxistine.
Derbarê lipaşxistina wan Serokê Desteya Bilind ya Opozîsyona Sûriyê di danûstandinên Cenêvê Salim El-Mislid ji kenala El-Erebiyê re tekez kir ku, şanda opozîsyona Sûriyê xwe ji danûstandianan ne vekşandiye, lê tenê wan civîn li paşxistine.
Ji aliyê xwe ve jî endamê Desteyê Riyad Nsan Axa da zanîn ku, ew opozîsyoneke nerm in û daxwaza rûmetî û azadiyê di Sûriyeke Demokratîk de dixwazin. Diyar kir ku, divê pabendî bi biryarên navdewletî were kirin.
Duh, şanda opozîsyona Sûriyê ji ber binpêkirina agirbestê ji aliyê rejîma Sûriyê û berdewamiya wê ji kuştina sivîlan re, civînên xwe li Cenêvê li paşxistin.