YE:Em nikarin mafê geşta bê vîze bidin Tirkiyê

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu duh, berî serdana xwe ya Fransayê diyar kiribû ku, Yekitiya Ewropayê soz daye wan ku, mafê geşta bêvîze bide Tirkiyê û dê ev yek jî heta meha Hezîranê pêk were.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokê Komisyona Ewropayê Jean Claude Juncker dibêje dayîna vîzeyê ji bo Tirkiyê mijarek girîng e û ew nikarin wekî meseleyek ji rêzê nêzikê wê bibin.

Juncker di meclîsa Parlementerên Konseya Ewropayê de axifî û da zanîn ku, ji bo ew bikaribin mafê geşta bêvîze bidin Tirkiyê divê Tirkiye şert û mercên pêwîst cihbecih bikin. Ew nikarin tenê bu, Tirkiyê rêgezan siviktir bikin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu duh, berî serdana xwe ya Fransayê diyar kiribû ku, Yekitiya Ewropayê soz daye wan ku, mafê geşta bêvîze bide Tirkiyê û dê ev yek jî heta meha Hezîranê pêk were.