Artêşa Tirkiyê du welatiyên Kurd li ser sînor gulebaran kirin
Berî niha rêxistina Human Rights Watch Tirkiyê tometbarkiribû ku, wê welatiyên sivî li bajarê Helebê dema xwestine ji şerê li wî bajarî birevin û ber bisînorê Tirkiyê ve çûne gulebar kirine, lê Tirkiyê ev yeke redkir.
K24-Kobanê
Artêşa Tirkiyê du welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Kobanê li ser sîno gulebaran kir.
Peyamnêrê K24ê li bajarê Kobanê ragehand ku, li gundê Kiloşek yê rojhilatê wî bajarî dema ku, du welatiyên sivîl dixwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, ji aliyê Artêşa Tirkiyê ve hatin gulebaran kirin, di encamde her du welatiyan canê xwe ji dest da.
Tê zanîn ku, ev ne cara yekemîn ku, Artêşa Tirkiyê welatiyên sivîl li navçeyên sînorî gulebaran dike.