Obama: Harîkarî ya serbazî û saloxvanî ya hêz ên Îraqê dikîn

Di çavpêkevtinekê de li gel kenel a CBS, Barak Obama, serok ê Emerîkayê behs a sîyaset û sitratîcîyet a rêvebrî ya xwe dike li beranber dû tewer ên giring di rojhilat navîn de, ew jî pirose ya hinartin a serbaz ên welat ê xwe û şandin a çek û harîkarî ya serbazî bo rizgarkirin a Mûsilê. Axivtin li ser bûyer ên 11 ya Siptemberê û desthebûn a Seûdîye di wan rûdanan de.

K24- Hewlêr:

Barak Obama dibêje: Wek dibînîn Îraqîyan divên şerrî bikin û dever ên xwe ji dest Daişê rizgar bikin, Me jî divî zêdetir harîkarî ya wan bikin. Em bi xwe şerrî nakîn, lê dem a em meşqê bi wan  dikin, hêz ên opirasyûn ên taybet bi wan dabîn dikîn. Piştîvanî ya wan dikîn di şerran de. Dezgeh ên saloxvanî ya me zanîyarîyan kom dikin û bi harîkarî ya hevpeyamanan li piştîvanî ya wan dikin. Ev hemû bo bihêzkirin û lezkirin a piroseyê ye. Bi nerîn a min heya dawî ya ev sal rewşekê dê durist bikîn ku Musil rizgar bibe.

Pirsek a dî ya hestîyar rûbirûyê Obama y bûye, belvbûn a wan raportane ku behs a desthebûn a Seûdîye di bûyer ên 11 ya Siptemberê ku bi eger a wê dû mezintirîn avahî yên Emerkayê hatin teqandin û bi hezaran kes bûn qurbanî.

Barak Obama got: Dizanim raporan çi têde ye û besê çi dikin. Lê ev piroseyek a dûr û dirêje û bi rê ya dezgeh ên saloxavnî yên me reftarê li gel dikîn. Cîm Kilaper, rêveber ê saloxvanî ya nîştîmanî,vekolînê li seer dê bike heya bi temamî diltenah dibîn û hîç awayekê jî sewdayê li ser asayîş a neteweyî ya Emerîkayê nakîn. Têgehiştin a min ewe ku divê piroseyê temam bike, herçende demek a dirêj birîye, lê ev babet dê bilez vegere ber behsan û dê yek alî bibe.

Li gor raportek a Nîyûyork Taymiz a Emerîkayî, Seûdîye gef a firoştin a hemû sened ên xwe kirîye li Emerîkayê. Balans û sened ên Seûdîye li Emerîkayê digehe zêdetir ji 750 milyar Dolar ên Emerîkayî.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e8586c0f-c0e0-48ac-8cdc-1b45c0015490/Obama%20Iraq%20Saudi.ism/manifest