Mercên opozîsyonê yên radestî De Mistura kirine
Herwiha şanda opozîsyonê De Mistura agahdar kir, ku dê danûstandinan rawestîne, heta bersiva wan bi zelalî û bi awayekî parktîkî tê dayîn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê bo berdewamiya danûstandinan komek merc radestî De Mistura kir.
Şanda opozîsyona Sûriyê li Cenêvê, duh tenê şandeke biçûk ku 3 kesan pêk tê ligel Nûnerê YN yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura civiya û lîsteyek ji mercan radestî wî kir, ku heta ew merc bicih neyin, ew berdewamiya danûstandinan nake.
Li gor zanyariyên bi dest K24ê ketine, ku di belgeya ku opozîsyonê radestî De Mistura kiriye, hatiye ku, armanca danûstandinan ew e, ku veguhstineke siyasî li Sûriyê çê bibe, bi sîstemeke piralî ku mafê hemû pêkhateyan tê de bêne parastin, li ser bingeha yekperçeya xaka Sûriyê û sîstema "Nanavendiya Îdarî" ji desthilatê re.
Her li gor zanyariyên K24ê, ku opozîsyona daxwaza heyamekê bo destpêkirina danûstandinan li gor van bendan kiriye.
Heyama ku divê di dema danûstandinan de were avakirin:
- Rakirina dorpêça li ser hemû deverên dorpêçkirî.
- Derbaskirina alîkarên mirovî û tenduristî bê qeyd û merc.
- Azadkirina hemû girtiyan û parastina mafê mirovan.
- Rawestandina hemû fermanên bidarvekirinê.
- Derbasbûna dezgehên çavdêriyê yên navdewletî ji hemû zîndanên rêjîmê re.
- Rawestandina projeyên koçberiya bi zorê û guhartina dîmografî.
- Rawestandina bikaranîna çekên giran.
Herwiha bo destpêkirina danûstandinan, opozîsyonê li ev merc radestî De Mistura kiriye.
Mercên opozîsyona bo destpêkirina danûstandinan:
- Rawestandina yekser ji hemû bombebarkirina deverên sivîlan.
- Temamkirina azadkirina girtiyan.
- Vegerandina derbideran ji cihên xwe re.
Opozîsyona Sûriyê xalên ku li ser wê danûstandin bêne kirin ji De Mistura diyar kir:
- Veguhastina siyasî:
- Bingeh û perensîpên Desteya hikûmeta veguhêz.
- Çarçoveya demkî ji veguhasyina dezgehên dewletê û danîna destûreke nû.
- Komeleya destûrê ya damêzrêner: Qanûn û perensîpên hilbijartinê.
- Rapirsîna gelêrî.
- Çavdêriya proseya danîna destûrê.
- Agirbest:
- Dîtina çareseriyê ji karên tundûtûjiye di qonaxa veguhêz de.
Herwiha şanda opozîsyonê De Mistura agahdar kir, ku dê danûstandinan rawestîne, heta bersiva wan bi zelalî û bi awayekî parktîkî tê dayîn.
.jpg)
.jpg)

