li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam dikin, li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûn berdewam dikin, li Şirnexê 2 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.
Îro, di demjimêrên êvarê de, li taxa Bexçelîevler ya Şirnexê, di navbera hêzên ewlekariya Tirk û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de pevçûn rû da û di encamê de 2 efseran canê xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn.
Birîndar, jibo dermankirinê bi ambulansên zirxpoş, bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.
Hat ragehandin, li Taxa Nû û Taxa Beçelîevler operasyon berdewam dikin.
Li Şirnexê, di 14'ê Adarê de qedexeya derketina derve hat ragehandin. Artêşa Tirk, bi dehezaran serbaz û polîsan dest bi operasyonekê berfireh kiribû.