Obama: Rewş a niha ya Sûryayê li berjewndî ya Emerîka û Rûsyayê nine

Brak Obama, serok ê Emerîkayê ragehand: Rewş a niha ya Sûryayê xirabe û li berjewendî ya Rûsya û Emerîkayê nine.

K24- Hewlêr:

Brak Obama, serok ê Emerîkayê ragehand: Rewş a niha ya Sûryayê xirabe û li berjewendî ya Rûsya û Emerîkayê nine.

Di dîdarek ê de li gel kenal CBS, serok ê Emerîkayê, Barak Obama ragehand ku li pêşveîûn ên dawîyê yên rewş a Sûryayê peywendî bi hevta yê xwe yê Rûsyayyî Viladîmêr Potîn kirîye.

Obama amaje bi wê yekê kirk u bi rê ya peywendî ya telefonî ve, bi serok ê Rûsyayê re ragehandîye, rewş a Sûryayê bi lez xirabtir dibe.

Barak Obama got jî: Çi pêşkevtinek a erênî bi dest nahê heke Emerîka û Rûsya nerîn ên xwe nekin yek û rêk nekevin.

Barak Obama y bi Viladîmêr potîn, serok ê Rosyayê re gotîye, rewş a niha ya Sûryayê li berjewendî ya Emerîkayê û Rûsyayê nine.

5 salin şerr ê hindûrî yê Sûryayê berdewame  di navber a hikumet a Sûryayê û opizisyûn a ewî  welatî de, ji bilî evan dû alîyan her yek ji Enî ya Nûsre û Daiş li Sûryaê şerr dikin, Daişê çend deverk a Sûryayê xistîye jêr dest ên xwe, di dawî ya Subat a ev sal agirbet di navber a hikumet a Suryayê û opizisyûnê hat ragehandin, lê opizisyûn a wî welatî, Sûpayê hikumetê tuhmetbar dike bi şikandin a agirbestê.