Bi vîdyo.. şerrê di navber a asayîş a rojava û hikumet a Suryayê li Qamişlo

Şerr û pêdadanan evro Çarşembîyê ser hildan di navber a asayîş a ser bi rêverî ya xweserî ya dîmûkratîk li rojavayê Kurdistanê û hêz ên Yekîne yên paraztin agel( YPG) ji alîyekê û hêz ên hkumet a Sşryayê ji alîyek a din li nav bajar ê Qamişloyê, li Rojava ya Kurdistanê. Li gor nşçegihanê Kurdistan24, li Qamişlo bi eger a wî şerrî jî kuştî û birîndar hene.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/3fae79fb-0fe3-4459-a0a0-64e59078f94d/qamishlo.ism/manifest

K24- Hewlêr:

Şerr û pêdadanan evro Çarşembîyê ser hildan di navber a asayîş a ser bi rêverî ya xweserî ya dîmûkratîk li rojavayê Kurdistanê û hêz ên Yekîne yên paraztin agel( YPG) ji alîyekê û hêz ên hkumet a Sşryayê ji alîyek a din li nav bajar ê Qamişloyê, li Rojava ya Kurdistanê. Li gor nşçegihanê Kurdistan24, li Qamişlo bi eger a wî şerrî jî kuştî û birîndar hene.

Nûçegihan ê Kurdisatn24 li qamişlo dibêje: Evro hêz ên Beşar Esed otombîlek a hêz ên asayîş a rêveberî ya xweserî ya dîmukratîk li Qamişlo kirn aramanc û dû karmend ên asayîşê di hêrişê de hatin kuştin.

Nûçegihan ê Kurdisatn24, dibêje jî: Niha Şerr di navber a hêz ên asayîş û Yekîne yên paraztin a geê li dijî hêz ên hikumet a Suryayê di çargoşe ya asayîşî de li nav bajar ê Qamîşlo bi çek ên giran berdewame.

Li gor zanyarîyan heya amadekeirin a evê nûçeyê şerr berdewame.

Ev di demekê de ye ku berê çend caran şerr û pêkdadan di navber a hêz ên asayîş a Rojava ya Kurdistanê û hêz ên ser bi Beşar Esed li Qamişlo çê bûye. Di demekê de ku deverek a sitatîcî û firokexane ya bajar ê Qamiûlo hêj di dest ên hêz ên Esed dane.