Borqay: Berê jî min ji PKKê xwastiye çekên xwe danin
Serokê berê yê HAK-PARê Kemal Borqay dibêje, wî berê bi berdewamî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwastiye ku çekên xwe danin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê HAK-PARê Kemal Borqay dibêje, wî berê bi berdewamî ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwastiye ku çekên xwe danin.
Serokê berê yê HAK-PARê Kemal Borqay di merasîma binaxkirina Damizrênerê HAK-PARê Remazan Baştaş de, li ser şer û pêhatên Bakurê Kurdistanê axivî û ragihand ku, pêwîst e aştî û aramî vegere navçeyê û ew çaverê ne ku çareserkirina pirsgirêkan dikin.
Derbarê derbasbûna PKKiyan ji nava bajaran Bakurê Kurdistanê de, Borqay got: “Berê jî min gotiye, pêwîst e PKK çekên xwe danin û dewlet jî operesyonê xwe rawestîne.”
Borqay dibêje, danîna çek ji aliyê PKKê vem pêngaveke girîng e, lê ew bi tenê bo çareseriya pirsa Kurd ne bes e, lê pêwîst e dewlet pêngavekê bo rizgarbûna wê pirsgirêkê bavêje, bo vegera dîmokrasî û aştiyê.