Operasyonên leşkerî li Geverê bi dawî hatin
Operasyonên leşkerî ku di 13'ê Adarê de li Geverê destpê kiribûn bi dawî hatin. Qedexeya derketina derve berdewam dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Operasyonên leşkerî ku di 13'ê Adarê de li Geverê destpê kiribûn bi dawî hatin. Qedexeya derketina derve berdewam dike.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê, di 13'ê Adarê de bi biryara Parêzgariya Colemêrgê qedexeya derketina derve hatibû ragehandin. Pişt re bi dehezaran serbaz û polîs, tevî alavên giran û tankan li navçeyê dest bi operasyonê kiribûn.
Hat ragehandin, operasyonên li hemû taxên navenda Geverê hatibû destpêkirin, bi rakirina barîqet û dagirtina xendekan dawî bû.
Her çiqas operasyon bi dawî hatibe jî, qedexeya derketina derve bi armanca paqijkirina taxan berdewam dike.
Li gorî daneyên sererkanî û Parêzgariya Colemêrgê, di operasyonan de 200 endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) canê xwe ji dest dane û 286 teqamenî hatine pûçkirin.