Demîrtaş: Navê akademisyenan bi tîpên zêrîn tên nivîsandin
Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş, tevî parlamenterên partiya xwe Garo Paylan û Huda Kaya, çû pêş zindana jinan ya bakirkoyê û li wê derê piştgîrî da nobedariya azadiya akademîsyen Esra Mungan û Meral Camcî. Demîrtaş got, navê van akademisyenan bi tîpên zêrîn di dîrokê dê werin nivîsandin û rûreşî jî bo rêveberiya zanîngehan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Demîrtaş got jî : “Yên divê di zindanê de bin, niha li derve ne, lê akademîsyenên ku divê bi xelatên aştiyê bên rûmetdarkirin jî, girtî ne. Sal û nîvek beriya niha hikûmet û medyaya hikûmetê her tim peyva aştiyê bikar dianî. Wê demê kî bigota aştî, bi çepikan dihat pêşwazîkirin.”
Demîrtaş domand: “Lê di vê demê de bilindkirina diruşmên (Bila çek bêdeng bin, xwîn raweste) girîng e. Divê em bikaribin bêjin ku, her ciwanek ku tê kuştin canê me ye û windahiyê me ye. Lê mixabin partiyên parlamentoyê ser bilindkirina şer lihev tên. Eger bi parlamentoyê aştî saz kiriba, niha rojeva me, şer û mirin nebû. Divê em hemû wek van akademisyenan dest bidin hev û vê şerê rawestînin. Berdêla vê çibe, divê em derkevin meydanê pêşiya şer bigrin.”
Herwiha Demîrtaş axivî û got: “Ma ji rewşa niha girantir tiştek heye. Bila me bavêjin zindanan lê bila êdî zarokên me êş nekêşin. Bila kesên bêguneh di zindanan de neyên cezakirin. Eger di dawî de vegera ser masê heye, gelo çima ewqas kuştin. Tu kêşeyek me nîne ku bi axaftinê çareser nebe. Divê dayk kurd û dayk tirk denê xwe bilind bike. Dayka polîs û serbazan jî dayka PKK'iyan jî divê dengê xwe bilind bikin. Bila bêjin em nahêlin zarokên me hevûdû bikujin.”
Demîrtaş dubare kir û got: “Ez dîsa, ser navê partiya xwe bo hemû akademîsyenan spas dikim. Helwesta wan bi herfên zêrîn ser dîrokê dê bên nivîsandin. Rûreşî ji bo rêveberiyên zankoyane ku xwedî li mamoste û xwendekarên xwe derneketin e.”