Li Diyarbekirê bo şewitandina zeviyan hişyariya cezayê giran hat dan
Navenda Nûçeyan (K24) - Gerînendehiya Çandinî û Daristanan a Diyarbekirê ragihand; ji bo rêgirtina li şewatên Havînê, ceza li ser wan kesan tê birrîn ên ku zevî û firêzeyên xwe dişewitînin û diyar kir ku serê her donimekê 698.65 lîreyên Tirkî ceza li ser tawanbaran tê sepandin.
Bi germbûna hewayê û hatina werzê Havînê re, Gerînendehiya Çandinî û Daristanan a Diyarbekirê bi nivîseke fermî hişyarî da welatî û cotkaran da ku pêşî li şewitandina zeviyan (firêzeyan) bê girtin.
Di nivîsa Gerînendehiya Çandinî û Daristanan a Diyarbekirê de hat eşkere kirin ku ev kiryar zirarên mezin digihîne jîngehê û ji bo her donimeke ku tê şewitandin, cezayê herî kêm 698.62 heta 698.65 lîre ye.
Gerînendehiya Çandinî û Daristanan bal kişand ser wê yekê jî ku şewitandina firêzeyan hem zirarê dide xweza û caneweran, hem jî bereketa axê dadixîne û hilberîna çandiniyê ya salên bê kêm dike.
Di dawiya nivîsê de bang li welatiyan jî hat kirin ku eger rastî her şewatekê hatin, di zûtirîn dem de bi rêya hejmara 112 telefona hêzên fermî û tîmên agahdarkirinê bikin.
Şewitandina firêzeyan li herêmên çandiniyê yên Bakurê Kurdistanê her sal dibe sedema şewatan. Şarezayên jîngehê û çandiniyê jî her tim hişyariyê didin ku ev kar bereketa axê kêm dike û rûberên kesk talan dike. Ji bo rûbirûbûna vê pirsgirêka jî, her sal sîstema cezayên darayî tundtir dibe, da ku cotkar neçar bibin ku li pey rêbazên nûjen û parastina jîngehê biçin.