10 kesan li Qamişlo canê xwe jidest dan
Şer û peçûn li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê berdewam im, topxaneya rêjîmê gundê Zeytûnê dide ber topan, di encamê de jî 10 sivîlan canê xwe jidest dan.
K24 – Qamişlo
Şer û peçûn li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê berdewam im, topxaneya rêjîmê gundê Zeytûnê dide ber topan, di encamê de jî 10 sivîlan canê xwe jidest dan.
Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand ku, îro piştî nîvro taxa Siyahî, Kornîş, navenda bajêr û gundê Zeytûnê ya ser bi Qamişlo da ber topan, ji encama wê topbarabê jî 10 kesan di navbera sivîl û endamên Asayişê li gundê Zeytûnê canê xwe jidest dane.
Herwiha peyamnêrê K24ê diyar kir, ji ber rewşa şer û pevçûnan ziyanên canî bi zelalî nehatine zanîn. topek jî li nêzîkî nivîsgeha K24ê li Qamişlo ket.
Ji duh ve, şer û alozî li bajarê Qamişlo di navbera hêza Asayişa Rojava û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyekî de û hêza Berevaniya Niştimanî ya ser bi rêjma Sûriyê ve berdewam in. 2 endamên Asayişê û 8 ji hêza Berevaniya Niştimanî canê xwe jidest dabûn.
Her li gor peyamnêrê K24ê, ku yekem care hêzên ser bi rêjma Sûriyê bi çekên giran barjarê Qamişlo dide ber topan. Hin malbat ji taxa Kornîş û siyahî berve bajarokê Amûdê koçber bûn.
Peymnêrê K24ê ragihand ku, 3 şehîd û 10 birîndaran gihêştin nexweşxane bajarokê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê.