Barzanî: Yekem erk a mêdyakaran ewe, rol hebe li bilindkirin a hoşyarî ya neteweyî, bi hevre jîyan û evîn a welat.

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, di peyamekê de bi hilkevt a 118 mîn salvager a rojnamevanî ya Kurdî, dibêje: Rojnamevanî ya Kurdî di qonax ên cûda yên xebat a gel ê me, li dijî dagîrkar û diktatoran rawestwye û pişkek bûye ji berxwedan a gel ê me.

K24- Hewlêr:

Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê, di peyamekê de bi hilkevt a 118 mîn salvager a rojnamevanî ya Kurdî, dibêje: Rojnamevanî ya Kurdî di qonax ên cûda yên xebat a gel ê me, li dijî dagîrkar  û diktatoran rawestwye û pişkek bûye ji berxwedan a gel ê me.

Herweh a di pişkek a dî ya gotar a xwe de dibêje: Niha ku welat ê me bi hestyartirîn qonax re dibûre û delîve û berengarî ya mezine li pêşî ya wî ne, erk ê mêdyakar ên Kurdistanê ye bi xame yên xwe û bi canek a Pêşmergane, berevanîyê li gel welat ê xwe bikin û rê nedin dîrok a şoriş û berxwedan a gel ê Kurdistan bihê şêwandin

Ev a xwarê jî deq ê peyamê ye:

 

Deq a Peyam a serok ê Herêm a Kurdistanê li bîrewerî ya salveger a rojnamevanî ya Kurdî:

Bi nav ê xewdayê mezin û mîhreban

Bi helkevt a salvager a weşan a yekem rojname ya Kurdî( Roj a Rojnamevanî ya Kurdî) û hevdem 18 mîn salvager a damezrandin a Sendîka ya Rojnamevan ên Kurdistanê, pîrozbahîyê li Sendîka Rojnamevan ên Kurdistanê, mêdyakar û rojnamevan ên Kurdistanê dikim.

Rojnamevanî ya Kurdî di qonax ên cûda yên xebat a gel ê me, li dijî dagîrkar  û diktatoran rawestwye û pişkek bûye ji berxwedan a gel ê me.

Niha ku welat ê me bi hestyartirîn qonax re dibûre û delîve û berengarî ya mezine li pêşî ya wî ne, erk ê mêdyakar ên Kurdistanê ye bi xame yên xwe û bi canek a Pêşmergane, berevanîyê li gel welat ê xwe bikin û rê nedin dîrok a şoriş û berxwedan a gel ê Kurdistan bihê şêwandin û hewl a neyaran bo belavkirina bê ûmêdîyê û bê vîyanî (îrade)yê  di nav xelk ê  Kurdistanê ne serkeve.

Herweh a di demekî de ku Pêşmege yê Kurdistanê, di çeper ên berevanîyê de, bi wê cangorînînî ya bê mînak berevanîyê ji ax û gel ê me dikin, tîrorist bi sûd û wicwergirtin ji teknelocî ya zanyarî û hemû cor ên mêdyayê, şerr ê revanî dijî xelk ê Kurdisatnê û Pêşmerge dikin. Pêşmerge û xelk ê xweragir ê Kurdistanê jî ew çaverêyî ji mêdyakar ên xoşdivî yên Kurdistanê heye ku li beranber wan hewl ên tîroristan birawestin û bibin pişkek a karîger û bi bandor di Enî ya rûbirûbûn a tîror ê û hizr a tundrewî.

Xweşbextane di sal ên bûrî de, bi mifawergirtinê ji pêşkevtin ên bi lez ên geyandin a zanyarîyê, ragehandin û rojanmevanîyê li Kuridstanê pêşkevtinek a baş bi xwe ve dîtîye û kar ê rojnamevanîyê pênagav ên baş havêjtîne bi hvebrkirin li gel welat ên deverê, mêdya û rojnamevanî di rewşek a baş deye ji alîyê azadî û nebûn a astengan b o kar ên rojnamevanîyê. Bo gelekî ku hêj di qonax a berevanî û paraztin a nasname ya xwe de ye, erk a yekem ê mêdyakaran ewe ku wan rol hebe li bilindkirin a hoşyarî ya neteweyî, bi hevre jîyanê û evîn a welat.

Carek a dî pîrozbahîyê li hemû rojnamevan ên ezîz ên Kurdistanê dikim û hêvî ya serkevtinê bo wan dixwazim

 

Mesûd Braznî

Serok ê Herêm a Kurdistanê

22-4-2016