Braznî ferman a amadebaşîyê dide dezgehên saxlemîyê bo wergirtin a birîndar ên Qamişlo
Bi ferman a serok ê Herêm a Kurdistanê nexweşxane yên Herêm ê di amadebaşîyê de ne bo wergirtin a birîndar ên Qamişlo
K24- Hewlêr
Bi ferman a serok ê Herêm a Kurdistanê nexweşxane yên Herêm ê di amadebaşîyê de ne bo wergirtin a birîndar ên Qamişlo
Pêgeh a fermî ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê belav kirîye ku evro Heynîyê, 22/4/2016, li ser ferman a serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî, Nexweşxane û bingeh ên saxlemî yên Herêm a Kurdistanê kevtine di amadebaşîyê de bo wergirtin û çareserkirin a birîndar ên bûyer ên bajar ê Qamişlo ya Rojava ya Kurdistanê.
Serok ê Herêm a Kurdistanê hemû dezgeh ên peywendar ên Herêm a Kurdistanê diraspêre ku ew a pêdivîye encam bidin bi aramanc a harîkarî û kar sanhîkirinê bo bi pêrveçûn û pêşwazîkirinê ji birîndaran û dabînkirin a hemû pêdivî yên çareserkirin a wan.