Hêmin Hewramî: Herêm piştîvanî Rojava dike heya pêgehek sîyasî, yasayî û destûrî di nav guhertinan de hebe
Hêmin Hewramî, berpirs ê derve (PDk),got: Rûsya bi gringî li Herêm a Kurdistanê û rol a serok barzanê dinerin û tekez kirin ku piştîvanî ya Herêm a Kurdistanê dikin li şerr ê dijî Daişê û tîrorê û wan berê jî herîkarî ya serbazî bo Herêmê şandîne û tekez kirin ku renge van herîkarîyan bo Herêmê zêde bikin, nemaze ew hêz a Pêşmerge bi hezek a karîger dizanin li şerr ê Daişê.
K24- Mosko:
Li Mosko Hêmin Hewramî, berpirs ê derve ya Partî ya Dîmukrt a Kurdistanê(PDk),li perwêz a pişikdarî ya xwe di kongire ya Partî ya Dad Rûsyayî de û dûv re jî kombûn şand a PDKyê li partî ya desthilatdar a Rûsyayê, got: Rûsya bi gringî li Herêm a Kurdistanê û rol a serok barzanê dinerin û tekez kirin ku piştîvanî ya Herêm a Kurdistanê dikin li şerr ê dijî Daişê û tîrorê û wan berê jî herîkarî ya serbazî bo Herêmê şandîne û tekez kirin ku renge van herîkarîyan bo Herêmê zêde bikin, nemaze ew hêz a Pêşmerge bi hezek a karîger dizanin li şerr ê Daişê.
Hêmin Hewramî got: li ser pirs a Îraqê, li ba rûsya girinege yekrêzî li Îraqê bihê paraztin û bi rê ya dîylogê arîşe bihên çareserkirn. Lê me bi wan ragehand ku me jî pê xweşe bi dîlog arîşe bihên çareserkirin lê hevdem jî me got, Kurdi nikare êdî êxsîr ê ayndeyek a nedîyar be li Îraqê.
Li ser pirs a Rojava ya Kurdistanê got: Me got wan ku Surya bi çi awayekê nekare vegere berî meh a Adar a 2011yê û nerîn herêmê jî ewe ku fidralîyet çaresere bo Suryayê û me ji wan re got box al a herî giring ewe doz a gel ê Kurd li Suryayê digehe çi dire.
Li ser kar ên rijêm a Suryayê niha li qmişloyê encamp dide dijî gel ê me, Hêmin hewramî got: Em bi hemû awayekê îdane ya her hêrişekê dikin dijî gel ê li her parçeyek a Kurdistanê bihê encamdan, Em wek PDK û Herêm rijtîn li ser piştîvanî ya gelê Me li Rojava daku pêgehek sîyasî û yasayî û destûrî di nav guhertinan de hebe.