Encam zîyan ên canî yên şerr û pêkdadan ên Qamişlo
Berpirsek ê Kurd ragehand ku zêdetir ji 21 kes ên ser bi hêz ên hikuemt a Suryayê hatine kuştin di wan şerr û pêkdadan ên di navber a hêz a asyîşa Roja ya Kurdistanê û hikumet Suryayê, ev sê roje berdewame li Qamişlo.
K24- Hewlêr:

Herweha ewî berpirsî ji asyîş a Rojav ku nevî ya nav ê xwe aşkera bike bi ajans a Royeterz ragehandîye ku 5 kes ji hez ên asayîş a Rojav jî cane xwe ji dest dane di wan şerr û pêkdadanan de li Qamişlo.
Herweha kesekî ji royeterzê dîtibû ku bi kêmî ve 40 kes ji hêz ên ser bi hikumetê xwe radestî hêz ên Kurdî kirne piştî şerr ê kontirolkirin a zîndan a qamişloyê li roj a Pêncşembî ya bûrî.
Hêz ên asyîş a rojav piranî ya Qamişloyê li jêr desthilat a hêz ên asayîş a Kurdîye.
Herweha Royeterz li ser axivtin ê wî berpirsî dibêje: Hêz ên Kurdî sê cih ji hêz ên hikumetê standine di wan şerran de û ji wan cihan zîndan a Qamişloyê.