Li Tirkiyê akademîsyenên girtî hatin berdan

Di 15ê çileya 2016an de, ji cîhan û Tirkiyê, 1128 akademîsyenan, danezana bi navê "Em Nabin Hevparê vê Tawanê" belav kiribûn û ji hikûmeta Tirkiyê xwestibûn ku, şerê bakurê Kurdistanê rawestîne û vegere pêvajoya çareseriyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê akademîsyenên girtî Esra Mungan, Meral Camcî, Kivan Ersoy û Muzafer Kaya serbest hatin berdan. Akadmîsyen li pêş girtîxaneyê bi şahî û govendê hatin pêşwazîkirin.

Ji akademîsyenên girtî, Doçent Esra Mungan û Doçent Meral Camcî demjimêr 9ê şeva borî li Stenbolê ji Girtîxaneya Bakirkoy a Jinan, serbest hatin berdan.

Girseyeke mezin li pêş girtîxaneyê bi def û zirnê û stranan, azadiya akademîsyenan pîroz kirin. Akademîsyenan nîşan dan ku, di girtîxaneyê de bihêz bûne û ewê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê berdewam bikin.

Di 15ê çileya 2016an de, ji cîhan û Tirkiyê, 1128 akademîsyenan, danezana bi navê "Em Nabin Hevparê vê Tawanê" belav kiribûn û ji hikûmeta Tirkiyê  xwestibûn ku, şerê bakurê Kurdistanê rawestîne û vegere pêvajoya çareseriyê.

Piştre, derbarê gelek akademîsyenan de doz hatibû vekirin, hejmareke zêde akademîsyen ji erkê hatibûn dûrxistin û 4 akademîsyen jî di 16'ê Adarê de hatibûn girtin.