Li Tirkiyê heta niha 407 leşker hatine kuştin

Heta niha derbarê hêjmara giştî ya gerîlayên ku, canê xwe ji dest dane de, HPGê ti daxuyaniyek fermî nedaye.

K24-Navenda Nûçeyan

Di 10 mehanên borî de  li Tirkiyê, 407 kes ji hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatin kuştin

Şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê tevî hemû dijwariya xwe didomin. Heta niha di van şer û pevçûnan de û li gor amarên Artûşa Tirkiyê 407 hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Ji wê hêjmarê 241 leşker, 157 polîs û 9 cerdevan hene.

Piştî pêvajoya aştiyê ya di navbera PKK û Tirkiyê de bi dawî bû, şer û pevçûnan li Bakûrê Kurdistanê destpê kir. Li gelek navçe û bajaran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin, li Gever, Nisêbîn û Şirnexê hê jî qedexe didome.

Di navbera 7ê Temûza 2015 û 17ê Nîsana 2016 de 407 hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê hatine kuştin. Ji vê hêjmarê 241 leşker, 157 polîs û 9 cerdevanin. Di şer û pevçûnan de bi sedan sivîlan jî jiyana xwe ji dest dane.

Heta niha derbarê hêjmara giştî ya gerîlayên ku, canê xwe ji dest dane de, HPGê ti daxuyaniyek fermî nedaye.