Li Tirkiyê Dadgehê doza rojnamevanan li paşxist
Dundar û Gul ku, 92 roj li girtigehê mabûn piştî biryara dadgeha destûra bingehîn hatibûn tehliyekirin û weke bêgirtî tên darizandin.
K24-Enqerê
Darizandina rêvebirê weşana giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û nûnerê rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul ku, bi sixurtiya leşkerî û siyasî dihatin sûcdarkirin cara sisiyan hat kirin. Di runiştina dawî de dadhegê doza rojnamegeran bo 6ê Gulanê paşxist.
Rojnameger Can Dundar diyar kir ku, ji biryarê kêfxweş man e. Dundar wiha axivî: "Dixwestin me bi demeke dûr û dirêj bidarizînin lê plana wan têk çû. Bi vê biryarê beraata me jî nêzîktir e. Loma ez biryarê girîng dibînim. Tiştê ku me kiriye rojnamegerî ye."
Dozgerê runiştinê, ji şandeya dadgehê daxwaz kir ku, dosyaya Selam Tevhîd ku, tê de hinek leşker û dozger dihatin darizandin bi doza rojnamegeran bi hev re bê kirin lê ev daxwaz nehat pejirandin.
Rojnameger Erdem Gul jî da zanîn ku, îdiayên der barê wan de ne rast e û ev yek bi biryara dadgehê jî hate dîtin. Gul encama darizandinê wiha nirxand: Me di serî de jî digot me karê rojnamegeriyê kir. Îdiayên der barê me derew bû û bi encama biryardayîna dadgehê jî ev hat tespîtkirin.
Parlamenterên CHP û HDPê bi mebesta piştevaniya bo rojnamegeran hatin dadgehê. Parlamenterê HDPê Osman Baydemîr got: "Li welatekî ku, çapemenî ne azad be, mirov nikare bêje civak azad e."
Baydemîr wiha berdewam kir: "Li welatê bakurê Kurdistan û her çar aliyên Rojhilata Navîn tu welatekî ku, em bibêjin di fîkr û ramanê de azad be mixabin nîn e. Azadiya çapemeniyê, bi azadiya giştî ve girêdaye. Ez hêvî dikim van rojên teng û tehl wê di pêşeroja me de bibe bingeha xelasiyê bibe bingeha serkeftinê û bibe bingeha azadiya fikr û raman û her wiha ya çapemeniyê."
Dundar û Gul ku, 92 roj li girtigehê mabûn piştî biryara dadgeha destûra bingehîn hatibûn tehliyekirin û weke bêgirtî tên darizandin. Derketina wan bo welatên derva hatiye qedexekirin.