Li Nisêbînê 6 polîs birîndar bûn
Li navçeyên Nisêbîn û Çiyayê Mazî yên Mêrdînê, di encamê pevçûnan de, serbazekî artêşa Tirk canê xwe ji dest da û 6 polîs jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeyên Nisêbîn û Çiyayê Mazî yên Mêrdînê, di encamê pevçûnan de, serbazekî artêşa Tirk canê xwe ji dest da û 6 polîs jî birîndar bûn.
Li Çiyayê Mazî ya Mêrdînê, di dema derbasbûna otombêlek zirxpoş a polîsan de, bombeya ku berê di rê de hatibû bicihkirin hat teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 jê giran 6 polîs birîndar bûn. Hat ragehandin, di otombêlê de polîsên operasyonên taybet ku beşdarî operasyona Nisêbînê kirine hebûn û dema ku xwestine vegerin Diyarbekirê rastî êrişê hatine.
Duh jî, li Nisêbînê di encamê teqînekê de 7 polîs birîndar bûbû.
Li aliyê din, îro li navçeya Nisêbînê çawişekî pispor binavê Edhem Sarîmahmûd, di encamê êrişa nîşanderbên Yekîneya Parastina Sivîl de hat kuştin.
Li Nisêbînê, qedexeya derketina derve ku di 14'ê Adarê de hatibû ragehandin, tevî operasyonên berfireh berdewam dike.