Li navçeya Silopiyê qedexeya derketina derve hat rakirin

Li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve ku 5ê Nîsanê hatibû ragihandin, bi roj hate rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve ku 5ê Nîsanê hatibû ragihandin, bi roj hate rakirin.

Ji 5ê Nîsanê ve li navçeya Silopî ya Şirnexê qedexeya derketina derve ji aliyê parêzgariya Şirnexê ve hatibû ragihand. Biryare sibe qedexe bê rakirin. Li gor parêzgariyê qedexe wê di navbera saetên 04.30 û 21.30an de bê rakirin. Herwiha li gor parêzgariya Şirnexê qedexe wê di navbera saetên 21.30 û 04.30an de berdewam bike.

Duh li Silopiyê operasyon bi dawî bûbûn.