Li Licê qedexeya derketina derve hat ragehandin
Artêşa Tirkiyê, li çiya û gundewarên dora navçeya Licê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke berfireh kir. Qeymeqamiya Licê li 16 gundên Licê qedexeya derketina derve ragehand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Artêşa Tirkiyê, li çiya û gundewarên dora navçeya Licê ya Diyarbekirê dest bi operasyoneke berfireh kir. Qeymeqamiya Licê li 16 gundên Licê qedexeya derketina derve ragehand.
Qeymeqamiya Licê ragehand, îro di demjimêr 9' sibê ve li 16 gund û çiyayên derdora gundan qedexeya derketina derve hatiye ragehandin.
Di daxuyaniyê derberê dema bi dawî anîna qedexeyê de tu agahî nayê dayîn.
Bi ragehandina qedexeyê re operasyoneke fireh ya artêşa Tirkiyê li ser gundên Dêrxust, Sîsê, Hezan, Licok, Zengê ku wek pêşîkevir tê nasîn hat dest pê kirin.
Li gorî zanyariyan herêm bi hawan û tankan tê gulebarankirin. Her wiha helîkopterên kobra jî navçeyê bombebaran dikin.