Şerr di navber a Pêşmerge û Heşd a Şeibî li Xurmatû destpêkir

Piştî şev a bûrî çedar ên Heşd a Şebi hêriş kirin ser hêz ên Kurdî li Xurmatû, sipêde ya evro şerr di navber a hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî dest pêkir.

K24- Xurmatû:

Piştî şev a bûrî çedar ên Heşd a  Şebi hêriş kirin ser hêz ên Kurdî li Xurmatû, sipêde ya evro şerr di navber a hêz a Pêşmerge û Heşd a Şeibî dest pêkir.

Nûçegihan ê Kurdistan24 li Xurmatû, ragehand: Şev a bûrî, çekdar ên Heşd a Şeibî hêriş kirin ser  baregeh ên hêz ên Kurdî li Xurmatû, sipêde ya evro, şerr û pêkdadan  di navber a hêz ên Pêşmerge û Heşd a Şeibî li Xurmatû dest pêkir.

Nûçegihan ê me li Xurmatû, got jî: Heşd a Şeibî, hijmarek a mezin ên çekdaran ji dever ê kom kirîyebi merem a hêziş a ser Pêşmerge, niha şerr berdewame û çek ên giran jî di şerr de dihên bikarhînan.

Amje bi wê yekê jî kir ku Heşd a Şeibî çsekdarên xwe li derdor ê Sayîlo ya Xurmatû cêgîir kirîne, berê jî Heşd a Şeibî, daxwaz kiribû ku divê Sayloyê radestî çekdar ên wan bihêkirin., lê hêz a Pêşmerge red kirîye ku Sayîlo yan her cihek e din radestî wan bihê kirin û bo wan bihê çolkirin. Saylo ya Xurmatû yeke ji cih ên sitratîcî ji alîyê serbazî ve.

Yek ji kes ên dîter ên rewş a Xuramtû  beshsê eger a destpêkirin a şerr kir û bi Kurdistan24 ragehand û got: Şev a bûrî çend çend çekdar ên Heşd a Şeibî li Xurmatû teqekirin li mal a kadirekê Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kuridstanê, dûv re jî teqe kirin li baregeh ên hêz ên Kurdî, dûv re jî hêz a Pêşmerge bersiv a wan dan.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/1d1eb14e-0742-4947-a6bd-e85063e44c80/ebir%20hesaf.ism/manifest https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/807a9bf9-e5d5-4d48-b652-013129001a31/shari%20xurmatu2.ism/manifest