Nadîye Mûrad bi yek ji 100 kes ên Karîger hat destnîşankirin
Govar a Tayîm a emerîkayî, Nav ê Nadîye Mûrad, wek yek ji 100 karîgertirîn kestaî yên salî destnîşan kir.
K24- Hewlêr:
Govar a Tayîm a emerîkayî, Nav ê Nadîye Mûrad, wek yek ji 100 karîgertirîn kestaî yên salî destnîşan kir.
Salane govar a Tayîim Emerîkayî, lîst a 100 karîgertirîn kesatî yên sal ê belav dike, ku karîgerî ya wan li ser bûyer ên cîhanê hebûne. Nadîye Mûrad, ku yek ji keç ên Êzdî yên rizgarbûyî ji dest ê Daişê, nav ê wê wek yek ji 100 kargertirîn kas ên sal ê hat belavkirin.
Her di lîst a govar a Tayîm, ji bilî Nadîye Mûrad, nav ên gelek kasatî yên din hatîne, wek Lîyûnardo Dîkabryû, Papa Firansis, serok komar ê Turkîyayê,Receb Teyîb Erdogan, mark Zukerbêrg, xwedîyê torr a civakî ya Feysbûkê, Edêl stranbêj a Birîtanîyayî û Donald Tiramp, berbijar a Partî ya Komarî yên Emerîkayê.
Nadîye Mûrad ji dayîkbû ya 1993yê ye. Çalakvanek a Êzdîye, ku piştî meh a Ab/2014, bajarok a Şengar ê kevtîye destê rêkxistî ya Daişê, Nadîye wek gelek ji keç ên dî yê Kurd ên Êzdî hat girtin û kevt di dest ên Daişê de. Li roj a 14/9/2014 Nadîye ji dest ên Daişê rizgar bû. Piştî ku rizgar bûy gelek serok û serkirde yên Cîhanê dîtin û dûv re hat gazîkirin bo Civat a asayîş a Netewe yên Hevgirtî. Li wir rewş a Êzdîyan û ew tawan ên Daişê bo Cîhanê vegêra. Li 5a Kanûna Dûyê/2016 hikumet a Îraqê Nadîye berbijar kir bo xelat a Nobil a Aştîyê.