Roketên DAIŞê dîsa li nava bajarê Kîlisê ketin

Di nava du hefteyan de, ji ber roketên ku, li navend û dora Kilîsê ketin 15e kesan canê xwe ji dest da ne .

K24- Navenda Nûçeyan

Vê sibê dîsa roketên ku li aliyê DAIŞê ve hatin avêtin li navenda Kilîsê ketin. Hat ragehandin birîndar hene.

Nêzîkî 2 heftiya ne ku, li aliyê herêma Bab ya ku, di bin destê DAIŞê de ye, ser hev rokêt ber bi Kilîsê ve tên avêtin.

Di êrişa vê sibê de jî roket li taxa Demirciyan ketin. Li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene û gelek ambulans ber bi herêmê hatin veguhestin.

Di nava du hefteyan de, ji ber roketên ku, li navend û dora Kilîsê ketin 15e kesan canê xwe ji dest da ne û 50 kesan zêdetir birîndar hene.